Qeşeyê Almanî li Kurdistanê 40.000 Euro belav kir
Pfarrer Franz Pitzal Qeşeyê Dêra Katolikiya Renningen li wargeha Berdereş ku hemû ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêktên, 40.000 Euro belavkir.
Pfarrer Franz Pitzal Qeşeyê Dêra Katolikiya Renningen e û ev bi xwe berî çend rojekê serdana kampa Berdereş ya li penaberên Kurdên Rojava kiriye û di nava 850 zerfan de 40.000 Euro li ser penaberan belav kiriye.
Malpera Leonberger – Kreiszeitung Almanî behsa serdana Pfarrer Franz Pitzal Qeşeyê Dêra Katolikiya Renningen ya alîkarîkirinên wî yên li 26 welatên cîhanê kiriye. Yek ji wan welatan jî Kurdistane ku alîkariya sêwî û jinebiyan bi taybetî kiriye.
Di derbarê serdana Kurdistanê de dibêje: Me serdana wargeha Berdereş kir ku birastî rewşa wir bandoreke zêde li min kir. Li wargehê de 7000 kes û ji derveyê wargehê jî 9100 penaber dijîn. Hemû ji encama êrîşên dagîrkerên leşkerên tirkan ji Bakûrê Suriyê hatine. Yek ji wan mêrê xwe wendakiriye û niha bi sê zarokên xwe ve li nava wargehê de dijî. Keseke din jî hebû ku kes ji malbata wî nemaye û ew bi serê xwe li wargehê de dijî. Hemû rojê penaberên nû têne wargeha Berdereş. Li wargeheke din ku navê wê Xankê ye 17.000 penaber dijîn. Li vir bakûrê welat nêzîkî bajarê Dihokê ye û nêzîkî çemê Dîcleye. Li wir gelek xemgînî û sarî hebû.