Bandora dramayên biyaniyan li ser civaka Kurdî da
Êdî dema wê ye û pêwîste sînorek ji bo desthilata çarem ku (ragihandine) bi giştî bê danîn, di derbarê têkdana nav mala Kurd û wendakirina edeb û exlaq û rewşt û bişaftin û şêwandin û asîmîlekirina eqlê xort û lawên Kurd, hilweşandina nav mal û malbata civaka Kurdî, li rêya senaryoyên efsûnî û xeyal û nîşandana wan bihûştên ku hemû take kesekî li mejî û bîrkirina xwe da wêne ji bo wê dirust kiriye bi xeyal, ku em hemû hez dikin û li rêya van (drama)yên biyaniyan ku hîç esl û rastiyeke wan nîne her wiha li jiyana wan ya rastîn de jî nîne.
Pêwîste civaka Kurdî, rewşenbîr û çalakvan û ewên xemxurê vê çand û kultûrêne, yan peywistin bi ol ve bêne serxet û di derbarê vê yekê de rola xwe nîşan bidin. Her çende bi derece yek ewe karê hikumete li nav wan da jî Wezareta Rewşenbîrî ku divê sansorek ji bo medyayê bi giştî bê danîn û ew tiştên têne belavkirin, bi taybetî drama, divê bi fîltera lîjneyekî şareza da derbas bibin. Lê belê ewan wiha kiriye bêseruberiyeke zêde li nav medyaya Kurdî de dirust bibê.
Her kes û her aliyek bi dilê xwe nêrîna xwe ya wê yekê dixwaze li kanalan de pexş dike. Li rêya anîna senaryoyên gelek xerap û xeyalî hewla bişaftin û şêwandin û asîmîlekirina civaka Kurdî didin yan hewla guhertinên bi lez û bê bingeh didin li rêya anîna van bîr û ramanan ku mixabin zêdeyê wan dûrin li gel dab û nerît û exlaq û ola me. Wate rêk berevajiya wê, çandina bîr û ramaneke biyanî li nav mejî û mêşkê xort û lawên me ku mixabin zêzdetirê wan xelkê civaka me asta hişyariya wan lawaze.
Ez van dramayan wekî bombekî demkî dibînim û bi nav dikim ku li nava mala her yek ji me da heye, yan teqiye yan amadene ji bo teqînê. Çendîn çîrokên trajedî hene û şahîdê ewene ku bi sedema bandora van dramayan dirust bûne. Wekî (kuştin, xwekuştin, xwe şewitandin, xwe xeniqandin, nepakiya hevserî û bi derece yek cûdabuna hevseran). Eger aliyên peywendîdar û niştiman perwer li xema niştiman û hizra niştiman dane pêwîste rêgiriyê li vê diyardeyê bikin. Yan rêgirî bikin li pêşandana bi navê bihûşta derve, werin bi pêkve niştimana xwe bikîn bihûşt.
Hîwa Osman Balekî