Kultur

Derhênereke Kurd xelatekê cîhanî wergirt

Seyîd Govar wênegirekê bajarê Hewlêrê ye û eve çendîn salane di warê fotografiyê da kar dike û bi taybetî warê foto modêlê da, dîsan endamekê çalak yê rêxistina Kurdistan Fotoye, her wiha yê hevkar bûye, di sazkirina çendîn xulên ji bo pêgihandina fotograferan.

Derhêner Seyîd Govar ragihand: Kurte filmê (Awa) yekemîn ezmûna wî bû, di warê çêkirina filman da, wî wekî derhêner û film maker dirust kiriye. Bi vî kurte filmê xelata yekê, di festîvala Headway Short Film de li ser asta Iraqê, ji rûyê teknîkê ve wergirtiye.

Her wiha got: Ev festîvale li destpêka sala 2020 hatibû ragihandin ku wan baştirîn filmên ji rûyê çîrok, çemkê dahêner, nimayîşa teknîkê bûn, serkeftiyê xelatê yekê jî 1000 hezar dolarên Amerîkî wergirtine.

 

Back to top button