Hevpeyvîn

Mîranî: PDK baregayên Yekgirtu neşewitandine lê ew jê berprisiyar e

Sekreterê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî li dor şewitandina baregehên Yekgirtûya Îslamî li Duhokê de wiha got, “PDKê ev yek nekiriye, lê berpirsiyaria wê dikeve stûyê me.”

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, di hevpeyvînekê de digel kovara Sivîl ku, li başûrê Kurdistanê  weşanê dike, li dor bûyerên vê dawiyê yên devera Badînan axivî û li ser îdiayên ku dibêjin PDKê baregehên Yekgirtû li Duhokê şewitandiye got:

Em vê yekê qebûl nakin, ji ber ku ev kar bi biryara Partiyê nehatiye kirin, lê em red nakin ku berpirsiyariya vî karî dikeve stûyê me. Ji ber ku ev bûyer di devera bin desthilata me de rû daye, helbet ev du tişt ji hev cihê ne. Em dikarin bigihîjin rêyeke hevbeş di vê arîşeyê de. 

Mîranî li dor kabîneyên 5 û 6 ên hikûmeta herêma Kurdistanê de jî axivî û diyar kir ku, kabîneyên 5em û 6em, hikûmeta welatiyan nebûn, ji ber ku hinek alî tê de beşdar nebûn û her wiha hinek alî di kabîneya 6em de jî beşdar nînin. Mînak, heke birayên Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî beşdarî hikûmetê bûbana, dê baştir bûba. 

Sekreterê polîtburoya PDKê li ser wergirtina hikûmetê ji YNKê de wiha got:

Partî heta niha jî li ser wergirtina hikûmetê ji YNKê rijd e û namzedê wê bo serokwezîriyê jî, Nêçîrvan Barzanî ye, ji ber ku ew jêhatî, şareza û pispor e û xelkê din jî dixwazin digel wî di hikûmetê de kar bikin.

Em dixwazin hikûmeteke berfireh pêk bînin û beriya bûyerên Badînan jî, me hewl da aliyên dijber bînin nav hikûmetê bo ku tenahiya Kurdistanê misoger bibe. Ji ber ku heke em di nav xwe de bihêz nebin, em nikarin li hember derve tevbigerin

Divê hikûmet girîngiyê bide rewşa jiyana welatiyan û ewlehiyê bo xelkê dabîn bike, helbet ev jî bi avakirina hikûmeteke berfireh dibe. Lê heke hikûmet serkeftî nebe, dibe ku Nêçîrvan Barzanî nebe serokwezîr. 

Li dor heyama serokatiya serokê herêma Kurdistanê de jî, Mîranî got:

Serokê herêma Kurdistanê tenê yek cara wî maye ku xwe bike namzedê serokatiya herêmê, ji ber ku di reşnivîsa destûrê de tê gotin, tenê dikare du caran û her carê jî 4 salan bibe serok. Helbet piştî ku destûr hat qebûlkirin, wê demê ev jî dê bi rêketinê bê çareserkirin.

Back to top button