Hêzên Amerikî ji Bexdayê barkirin û hatin Hewlêrê
Amerîka 15 binkeyên xwe yên serbaziyê ji Iraqê ve berev Hewlêr û Enbarê ve vedikêşênê.
Endamekî lîjneya Emin û Berevaniyê li Parlemena Iraqê ragihand, Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka dest bi vekişandina hêzên binkeyên xwe yên serbaziyên welat kiriye.
Elî Xanimî Parlementera Iraqê û endamê lîjneya Emin û Berevaniyê ragihand “hêzên Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li 15 binkeyên serbaziyên li nav Iraqê dest bi vekişandina hêzan dike. Li niha de hêzên Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka hêdî hêdî berev du binkeyên serbazî vedikêşe ku ya yekem li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û ewê din binkeyê serbaziyê Eyn Esede li parêzgeha Enbar.
Li gor gotina Xanimî, Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li her yek binkeyên serbaziyên Hewlêr û Enbar hêzên xwe dihêlê, lê belê bi sedema fişara gel û Parlemena welat li hemû binkeyên serbaziyên din hêzên xwe vedikêşêne.