Civîna Rusya û Tirkiye li Enqere serneket
Li gora çavkaniyek a dijberê Suriye dide xûyakirin, civîna Rusya û Tirkiye ya ku ji bo çareseriyek ji Idlibê re li Enqere çêbûyî serneket.
Heyeta Rusya nexşerêyek nû pêşkêşî Tirkiye kiriye û li gora wê ji sinorê Tirkiye heta 30 kilometreyî wek herêma ku teqe lê nebe hatiye destnîşankirin. Lê heyeta Tirkî ev yek red kiriye.
Rusya gotiye ku heta tevahiya rêyên navdewletî, rêya Heleb û Latiqiyê M4, rêya Heleb û Şamê M5 bi temamî bikeve kontrola rejimê de û her weha heta kontrola rejimê li ser hemû bajaran bê danîn, dê Rusya van devera kontrol bike.
Heman çavkanî dibêje ku, Tirkiye daxwaz kiriye ku, hêzên rejimê vekişin pişt xalên çavkaniyên leşkerî yên Tirkiye û peymana ku li sala 2018ê li Soçi navbera Putin û Erdogan re hatî îmzekirin pêkwerê.
Serokkomarê Tirkiye Erdogan daye xûyakirin ku, heta dawiya meha Sibatê dive hêzên rejimê xwe ji deverên wergirtîn yên Idlibê vekişîne. Devera wek herêma ewlehiyê hatî dest nîşankirin bê parastin.
Tirkiye berdewam hêzên xwe rêdike deverê û amadebûna şerekî dike.Minaqeşeyên dijwar di navbera Rusya û Tirkye de hene. Niha li hêviyêne ku Putin û Erdogan hevdêtinekî bikin da çareseriyek peyda bibe.