Cîhan

Serokê Kurdistanê beşdarî Konferansa Asayîşa Munich dike

Carekî din Munich dibê navenda dîplomasiyeta navdewletî, serkirdeyên cîhanê û kesayetiyên akademî li konferansa salaneya Asayîşa Munich de kom dibin. Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê jî bi awayeke fermî dawetê vê konferansê hatiye kirin.

Li vê konferansê da ji bilî nirxandina çendîn pirsên serekî yên di derbarê asayîşa cîhanê û her wiha bi dehan hevdîtin û civîn li çarçoveya vê konferansê da birêvediçin.

Îsal 56. konferans tê encamdan ku li 14 heta 16 şubatê li bajarê Munich ya Almanya birêvediçê. Biryare ji bilî li kêşeyên berdewamiyên asayîşê, heman demî de behsa dilgiraniyên paşarojê jî bikin, bi taybetî jî ku teknolojiya li geşkirinê de berdewame.

Bala konferansa îsal zêdetir li ser van babetan dibê: Berevanîkirin û siyaseta asayîşê, asayîşa elektronî û gefên teknelojiya, asayîşa mirovayetî, aborî û çavkaniyên asayîşê û her wiha asayîşa derveyê tixûbên welatan.

Berê jî Nêçîrvan Barzanî wekî Serok Wezîrê Kurdistanê beşdarî konferansa Asayîşa Munich kiriye û li çarçoveya vê konferansê da li gel berpirsên bilindên welatan civiyaye.

 

Back to top button