Barzanî: Siyaseta neftê ya Îraqê seqet û neserketiye
Herêma Kurdistanê li ser lêgeriyan û kolana bîrên neftê digel kompaniya amerîkayî ya patyrolê Exxon Mobil berdewam be
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, duhî roja çarçemiyê 30.11.2011, di hevpeyvîneke xwe dedigel ajansa nûçeyan a cîhanî Reuters got ku dema herêma Kurdistanê kontrakt digel şîrketa cîhanî ya patrolê Exxon Mobil îmza kirî, serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî hatiye agadar kirin û Malkî li dijî îmza kirina wê kontraktê nîne û kesên li dijî wê komntrakta digel Exxon Mobil daxuyaniya didin binpêkirina destûra Îraqê ye.
Barzanî got:
– Ew kontrakt ne li dijî destûrê ye, belê, me li gor destûra Îraqê kontrakt digel Exxon Mobil îmza kiriye. Hindek berprisên îraqî li dijî wê kontraktê daxuyaniya didin, ew yek binpêkirina destûra Îraqê ye.
– Me li gor destûrê bazar digel Exxon Mobil kiriye û em dê li ser wê kontratê berdewam bin. Em guh nadin daxuyaniyên hindek berprisên îraqî yên ku dijî wê kontraktê derdikevin, ji ber ku daxuyaniyên wan binpêkirina destûra Îraqê ye.
Kompaniya mezin a cîhanî a patrolê Exxon Mobil a amerîkayî ji bo lêgeriyan û kolana bîrên neftê li herêma Kurdistanê kontraktek digel hikûmeta herêma Kurdistanê îmza kiriye.
Wezareta patrolê ya Îraqê û bitaybetî şexsê Hisên Şehristanî cîgirê Nurî Malikî bo karûbarên enerjiyê li dijî kontratna hikûmeta herêma Kurdistanê ya dihel Exxon Mobil daxuyaniya didin û dibêjin ku eger Exxon Mobil ji kontrakta bi hikûmeta herêma Kurdistanê re îmza kirîpoşman nebe îraqê dê hemû kontratên xwe bi wê re hilweşîne.
Serok barzanî di berdewamiya axavtina xwe de ji Reuters re got ku bazara herêma Kurdistanê digel Exxon Mobil ji bo hemû Îraqê ye, ne bi tenê ji bo herêma Kurdistanê ye. Barzanî got ku ew ecêbmayî ma dema berprisên Bexdayê li dijî kontratê helwest girtî, helwesta Bexdayê tiştek vala û bê wateye û got:
– Di destpêkê de min nameyek ji serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî re şand û min, ew li ser hemû hûrgiliyên kontraktê haydar kir. Bersiva Malikî erênî bû û tu reaksyon nîşan nedan. Paşî me ew kontrakt digel Exxon Mobil îmza kir.
Serokê Kurdistanê siyaseta hikûmeta Îraqê ya di warê neftê de rexne kir û got:
– Siyaseta neftê ya Îraqê siyaseteke seqet û neserketiye. Vê yekê ez bi eşkereyî dibêjim. Pirsiyara xelkê Îraqê bikin ka rafîneriyên neftê lik u derêne? Li naverast û başûrê Îraqê hevwelatiyan çend saetan kareba heye, tevî ku Îraq li ser deryayeke neftê ye? Ma eger ji encamê siyaseteke seqet nebe, dê sedem çi bin?
Barzanî got jî ku ew kontraktên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de îmza dike hemû yasayî û li gor destûrîne û herêma Kurdistanê dê vî mafê xwe biparêze.
Rojevakurd