Mewalî û Mewla
Ev du peyvikên bi zimanê erebî ku li jorê ne, wateya ya pêşî bi kurdî dîl/kole ye, wateya ya din jî Serek/serok û reîs e.
Di Sedsala 6, 7, 8 û 9an de, çi miletê ku ola Îslamê pejirandiye, Ereban navê wî daniye MEWALÎ/kole û navê xwe jî daniye MEWLA/reîs.
Di cîhana Îslamî de, Ereb ji hemû netewe û miletên ne Ereb re MEWALÎ gotine û hêjî dibêjin, yanî koleyên EREBan. Lê haşa! Ne ku koleyên Îslamê.
Heta niha, min hêj nedîtiye û nebihîztiye ku zanayekî olî (ji hemû miletên bisilman ên ne Ereb) rojekê/carekê behsa peyvika MEWALÎ kiriye ku ev peyv tê wateya ”kole” û Ereban ji bisilmanên ne Ereb re bi kar anîne.
Gelo ew miletên ku di Sedsala 6, 7, 8 û 9an de ola Îslamê pejirandine û Şehadet bi navê Muhemmed (xxxl) anîne, bo çi Ereban ew wek ”Mewaliyên Ereb” (Koleyên Ereban) bi nav kiriye? Hêjî ne Ereban ev mesele diyar kiriye û ne jî bisilmanên ne Ereb li ser vê meselê tiştek gotiye.
Pêxemberê Xwedê gotiye: ”La ferqe beyn-el Erebî wel ecemmî îlla bitteqwa” (Di teqwatiyê-bisilmantî- de ferq di navbera Ereb û ne Ereban de tune.” Baş e, madem ferq tune, çima Ereb ji bisilmanên ne Ereb re dibêjin ”Koleyên me?”
Zeynelabidin Zinar
[email protected]