Panela Amnesty bi axaftina Kurdî kuta bû
Paneleke balkêş li Stockholma paytexta Swêdê hebû.
Panelê saet 18.00 dest pêkir û 21.00 jî bi dawî bû.
Panel li ser rewşa Tirkiye, Kurdistan, Îslam û Mafê Mirovan bû.
Beşdarên panelê tev kadir û berpirsên Amnestyê bûn.
Axiftevanên panelê du Kud bûn.
Yek nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar bû, yê din jî Erdal Dêrsimî bû.
Axaftina Zinarî bi kurdiya kurmancî bû, lê ya Erdalî bi tirkî bû.
Zeynelabidin Zinar bi giranî li ser rewşa Îslamê li giştiya Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Tirkiyê ku çewa ji riya rasteqîne averê kirine û grûbên cuda ew li gor sûdmendiya xwe bi kar tînin şirove kir. Herweha rewşa Tirkiye û ya Başûrê Kurdistanê jî pêşkêşê temaşevanan kir.
Erdal Dêrsimî jî li ser mafê kesayetî, demokratiya vajî û hêza nijadperestan di desthilatiya dewletê de anî ber çavan.
Piştî axaftina herdu axiftevanan, gelek pirsên cuda hatin pirsîn. Bi dawiya bersivan re, panel saet 21.10 bi coşeke mezin qediya.
Rojeva Kurd
Stockholm 27/ 01/ 2020