Nivîsar

Serdane Tirkiye û medya

Li ser serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzanî Ya Tirkiye gelek nirxandin û şiroveyên cur bi cur hatin kirin. Taybetî beşek ji medya Tirkî ji bo rastî û giringiya vê serdanê weşêrin piranî bi awayek ne siyasî ev serdan nirxandin. Medya kurdî nekarî giringiyek taybet û awayê pêwist bide vê serdanê.

Piraniya medya kurdî ev serdan wek nûçe ragihand. Hevdîtinên serokê Kurdistanê wek nûçe ragihandin. Ev nûçe jî piranî ji medya Tirkî hatin wergirtin.Lê mixabin me gelek nirxandinên siyasî li ser vê serdanê di medya nivîskî û kanalên TV yên Kurdistanê de nedîtitin.

Bernama Bergeh a di kanala televizyona ASO Sat de tê weşandin gelek berfireh ev serdan nirxand. Di rastiya xwe de û mixabin me bernameyek din di vê astê de li ser serdana serokê Kurdistanê li kanalek din de nedît. Gelek tiştek balkêşe ku medya kurdî piranî giringiye dide nirxandinên medya biyanî. Halbukî diviya ev serdana serokê Kurdistanê piralî ji aliyê siyasetmedar, niviskar, rojnemevan û rewşenbîrên kurd ve bihata nirxandin. Ev nirxandin jî bi rojan rojeva siyasî bigirta di bin bandora xwe de.

Herkesekî bi awayekî ev seredan şirove bikira wê perspektifên siyasî ji alê kurdan ve jî berfirehtir bibûna. Ji ber ku ev serdana hanê gelek girîng bû. Ev serdan dikare û dê ihtimalek mezin jî bibe destpêka prosesek nû li Bakurê Kurdistanê. Yanî serdana Barzanî ji bo rewşa tevgera Kurd hevdîtinek bû navbera desthilatdariya Tiriye û Kurdistanê  di aste herî bilin de.

Heta tevgera PKK-ê bi xwe jî beşek ji van pêwendiya bû û bi awayekî di navde bû. Barzanî ji bo pêkanîna warê diyalogê û ji bo karanina metodên demokratîk li Tirkiye û Kurdistanê , dewleta Tirkiye anî cihekî ku, mirov dikare bi gelek erênî binirxîne.

Piştî vegera serokê Kurdistanê ya welat dê encamê van hevdîtinan û vê serdana dîrokî behtir di pratîkê de bixweyê.
Eger prosesa dev jê berdana çek destpêbike, û ji bo aşitiyê zemînek bê amade kirin û şer dawî werê wê ev yek tevgera kurd berûpêş ve bibe û ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê bibe zeminek erênî.

Niha piraniya ku gavên pratîkê de bêne avêtin maye hêviya ku hevdîtinek li Îmralî li gel Ocalan bête kirin. Hevdîtinên Ocalan li gel hinek berpirsên dewletê berdewam e, û Ocalan ji vê pêvajoyê hemiyê agahdare. Niha maye ku piştî her tişt pêk werê Ocalan hevdîtinekî li gel parêzerên xwe bike û peyama agirbestekî bide.

Dê ev yek bibe destpêka prosesek nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Vê carê dê rewşa agirbestê cuda be. Ji ber ku ev proses ne wek caran bi tenê navbera Trikiye û aliyên PKK-ê de ye. Amerîka di nav meselêde ye û ji hemûyê girîngtir Başûrê Kurdistanê di nav meselêde ye.

Heta radeyekî guhertinên li herêmê pêktên serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî bê deng kiriye rojeva cîhanê de. Hêdî desthilatdariya Başûr piranî li ser vê pirsê xwe konsantre dike û naxwaze tu asteng di rêya vê de bimînin. Ev yek jî tişteke ku, divê mirov li ser gotubêjê bike.

Niha jî Medya Tirkî destpêkiriye senaryoyên li ser serdana serokê Kurdistanê dinivîse. Vê carê rojeva serdana Barzanî ne Tirkiye û ne medya Tirk kifşkir. Rojeva vê serdanê bi temamî destê kurdan de bû. Vê yekê jî kesayetek û xwebaweriyek nû li himber Tirkiye da çêkirin.

17.11.2011
Dara Bilek

Back to top button