Mehmûd Osman: Berhem Salih tirsnoke û wêrek nîne biryarê bide
Pêncih û yek roj li ser qebulkirina dest ji karvekişandina Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Hikûmeta Karbirêker derbasbû, heta niha kesek ranespardiye ji bo pêkanîna Hikûmeta nû. Di demek da rewşa Iraqê rû li aloziye û xwepêşandan zêdetir bûne ku daxwaza wan ya yekem hikûmetekî bê aliye.
Mehmûd Osman siyasetmedarê navdarê Kurdistanê û Endamê berê yê Parlemena Iraqê ragihand ku Serok Komar desthilata destûrî û yasayî heye û xwepêşander jî piştgîriya wî dikin. Lê belê Serok Komar “Wêrek nîne û ditirsê”.
Mehmûd Osman ragihandiye, Serok Komar eger desthilata xwe bikarbîne dikarê bêyî şîiyan kesek diyar bike. Dûpat jî kir û got: “Ez li şûna wî bim, wî karî dikim û guh nadim tu aliyekê. Wê demê xwepêşander piştgîriya min dikin ku hemû şîîne. Lê belê Serok Komar wêrek nîne û ditirsê, niha gelek bê helweste”.