Çima Erdogan xwest bilez bi Barzanî re bicive?
Rojnameya Şerqulawset ku ji Londonê bi zimnaê erebî weşana xwe dike, gotareke li jêr navê; Çima Erdogan xwest bi lez Barzanî bibîne? Weşandiye ku tê de dibêje ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê xwe amade dikir ku piştî cejna Qurbanê serdana Tirkiyeyê bike û hevdîtina digel berprisên biryarderên Enqereyê re pêkbîne. Lê piştî vegeriyana Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDK ji Tirkiyeyê û minaqeşeyên dirêj li ser alîkarî û hevkariya di navbera herdu aliyan de û terkoşîna li dijî êrîşên PKK ji herêma Kurdistanê bo ser Tirkiyeyê, Mesûd Barzanî xwest hindek wext bide xwe û paşî biçe Tirkiyeyê.
Di roja 19 oktoberê de PKK êrîşek bir ser hêzên leşkerê Tirkiyeyê û 24 serbazên tikr kuştin, arteşa Tirkyeyê jî ket dûv PKKê û bi hêzên komando, balefiran û topan êrîşî baregayên PKKê kir û li hindek deveran ketin nava axa herêma Kurdistanê jî, lê ew operasînoke sînordar bû û zû hêzên leşkerê Tikiyeyê vegriyan cîyên xwe û xwe jibo operasyoneke berfireh amad e dikin. Piştî vê êrîşê zixteke mezin li ser herêma Kurdistanê çê bû.
Di vê navbeynê de herêma Kurdistanê daxaz ji Tirkiyeyê kir ku tu operasyonên berfireh dest pê nekin heta ku hemû rêyên din tên bikaranîn û vê yekê jî leşer rawestand.
Ev bû sebebê wê yekê ku Erdogan daxaza hevdîtina şexsê Barzanî bike û soza hevkarî û alîkariyeke zêdetir jê werbigire. Di vê demê de wezîrê derve yê Tirkiyeyê got ku eger kurdên Îraqê li dijî “terorra” PKKê helwest wernegirin, ji bo ku ev mesele bi dawî bê dê leşkerê Tirkiyeyê bikeve Îraqê.
Mesûd Barzanî got ku ew dê piştî cejna Qurbanê serdana Tirkiyeyê bike, lê Ergdogan nemyek ji Brzanî re şand û daxaz jê kir ku bi zûtirîn wext hevdîtin pêkwerin, bi taybetê piştî vegeriyana Erdogan ji Almaniya û konferensa Fransayê. Barzanî weke siyasetmedarekê jîr di meselê gihişt û berî wextê diyarkirî sefera Tirkiyeyê kir û beriya Erdogan bibîne, digel serokomar û wezîrê derve yê Tikiyeyê civiya.
Mesûd Barzanî berî hevdîtina xwe ya bi Erdogan re, daxuyanuiyek da mediyayê û got ku ew li dîjeku pirsa kurd li Tirkiyeyê bi rê û awayên leşkerî û şerî bê çareser kirin. Vê daxuyaniya Barzanî nawendên siyasî û mediyayê li Tirkiyeyê bê hêvî kirin. Piştî hevdîtina bi Erdogan re jî ku du saetan vekêşa, Barzanî her eynî daxuyaniya xwe dubare kir û sê name, xal li ser zêde kirin:
– Kurd li Tirkyeyê dikarin bi rêyên siyasî beşdariyê di nawendên biyarê de bikin, bi taybetî piştî siyaseta “vebûnê” ku hikûmeta Erdogan daye pêşiya xwe.
– Li dijî wê ye ku PKK şerê çekdarî berdewam bike
– Hevkariya nevbaera herêma Kurdistanê û Tirkyeyê di gişt waran de
Barzanî xwediyê serbor û tecrûbeyeke gelek zengîne û hewil dide herêma Kurdistanê ji çakoç û sindanê Îran – Şîyî û Suna biparêze, bi tyabetî piştî derketina Amerîkayê ji Îraqê û bi rêya Tirkyeyê têkeliyên siyasî û abûrî bi Rojava re xurt bike.
Piştî civîna Stenbûlê û piştî daxuyanî û nameyên Barzanî, dibe ku Erdogan ji bona çareserkirian pirsa kurd di warê diplomasî de bi cidî bixebite.
Rojevakurd/Şerqulawset