Cîhan

Îran: Me balefira Ukranya êxistiye xwar

Îran li xwe mukur hat û da xûyakirin ku balefira Ukraniya bi fûzeyên Îranê hatiye êxistin.

Li ser ketina balefira Ukranya gelek gotubêj dihat kirin. Amerika û Qanada dabûn xûyakirin ku balefir bi fûzeyên Îran hatiye êxîstin .Lê Îranê ev yek qebûl nedikir digota balefir bi sedema arizayek teknîkî ketiye xwar.

Serokatiya hêzên çekdarê Îranê di derbarê ketina balefirê de daxûyaniyek da. Daxûyaniyê de dibêje ku, bi sedema êrîşa Amerikayê sîstema parastina azmanîya Îranî gelek bi hesasî kar dikira.

Berdewamiya daxûyaniyê de Serokerkaniya Îranê dibêje: Balefira Ukranya di demek gelek zîz de ji balefirxaneyê dest bi sefera xwe kir. Dema balefir vegeriya nêzikî bingehek yê pasdaran bû. Sekna balefirê wek ku dê êrîşek dijminayetî bike dihat xûyakirin. Di rewşak weha de balefir bi xetayek insanî hatiye êxistin. Em demana ku cardin  xetayek bi vî awayî neyê kirin didin. Dê lêpirsînek di vê derbarê de bête kirin.

Serokerkanê Îranê doza lêborînê ji malbatên ku kes û karên wan jiyana xwe ji dest dayîn dike.

Herweha wezîrê derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarifî jî doza lê borîne kir.

 

Back to top button