Derewa Îranê zû eşkere bû
Di derbarê êrîşa Îranê ya li ser du bingehên Amerikayê li Iraqê gelek nirxandinên cüda tene kirin. Piştî êrîşê Îranê da xûyakirin ku, wan bi vê êrîşê ewda Qasim Suleymanî vekir û di encama êrîşan de 80 efserên Amerîkî hatine kuştin.
Lê piştî çend demjimêra serokê Amerikayê li himber medya cîhanî behsa encama êrîşên Îranê kir û got: Tu zîyanek negahatiye leşkerên Amerîkî û kesek jî nehatiye kuştin. Yanî derewa Îranê bi awayekî eşkere bû.
Di vê derbarê de tê gotin ku, Îranê ji berî êrîşê bike agahdarî daye Amerikayê. Yanî bi awayek din ev êrîş bi hemahengiya Amerikayê hatiye kirin.
Malpera Independenta Erebî dibêje ku êrîşa li ser binkeyên leşkerî yên hêzên Hevpeyman û Amerîkayê li çend navçeyekî Iraq û Herêma Kurdistanê, bi hemahengiya Tehran û Washingtonê ve pêkhatiye.
Malpera vê îdiaya xwe li gora çavkaniyên dîplomatên Iraqî dike, Îranê bi rêya welatên Kendavê, hemahengî li gel Amerîkayê pêkaniye û garantî daye Amerikayê ku dema Îran fûzeya bavêje ‘’Ti ziyaneke canî nav hêzên biyanî de pêkneyê.’’
Piştî kuştina fermandarê hêza Qudsê Qasim Silêmanî, nav Îranê de fişarekî zêde hebûye bo bersivdana êrîşa Amerîkayê, bi taybet jî rêberê bilind ê Îranê fermana bersivdanê dabû, ji ber wê tevgerekî veşartî ya bilez pêkhatiye û dawiyê de jî geheştine encam ku Îran êrîşeke fûzeya bi sînor bo çend pêgehekî pêkbîne ku hêzên Amerîkayê tê de ne.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, piraniya mûşekên Îranê li navçeyên çolê ketine xwarê.
Tê gotin ku, hêzên Amerîkayê çend demjimêran berî êrîşê û her şeva borî leşkerên xwe li binkeyê leşkerî yê Eyn Esed a rojavayê Enbarê ye, bo cîheke din hatiye veguhestin, ku ti ziyanek di encama mûşek baranê de pêkneyê.
Li gor daxuyaniya ofîsa fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê û serokwezîr Adil Ebdulmehdî, berî mûşek baran kirinê Îranê Ebdulmehdî ji êrîşê agahdar kirin û heman dem û wextî de jî Amerîkayiyan peyvendî li gel Ebdulmehdî pêkaniye ku dê êrîş pêkbê.
Piştî wê mûşek baranê Îranê ragehand, wan tola Qasim Silêmanî hildaye û wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî ragehand, welatê wan naxwaze şer li dijî Amerîkayê bike, ji ber di çarçoveya rêkeftinên Netewên Yekbûyî de berevaniyê li xwe dikin.
Nûçe/Analîz