Cîhan
Qasim Silêmanî bi fermana min hate kuştin
Serokê Amerîkayê Donald Turmp dibêje ku, Ji bo em şer bisekinînin me Qasim Sulêymanî kuşt û dawî li terora wî dikira anî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyeke nû belav kir û dibêje ku Sulêymanî bi fermana wî hatiye kuştin. Herweha Trump got: Ji bo şer bisekine me Q. Sulêymanî kuşt, ev yek me ne ji bo destpêkirina şerek nû kiriye.
Serokê Amerîkayê got ku ew ne li pey wê ne ku rejîma Îranê biguherînin û diyar kir ku Qasim Sulêymanî plansaziya êrişan dikir li dijî dîplomatkarên Amerîkî.
Herwiha Serokê Amerîkayê got ku êrişa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê jî bi rênimayên Qasim Sulêymanî hatiye encam dan.

