Pêvajoya dûrxistina Trump ji kar hate qebûl kirin

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê lêpirsînê di derbarê serokê Amerikayê Donald Trump de , bi sedema binpêkirina destûrê de berdewame. L gora seroka meclîsa nûneran Trump destur binpê kiriye
Trump peywediyeke telefonî ya li gel serokê Ukraynayê , hinek daxwazî kirine.
Donald Trump jî van ithama red dike û dibêje ku wî tu tiştek li dere qanûnê nekiriye.
Serokê Amerîkayê berî dengdana li ser dûrxistina wî got, “Min peywendiyeke baş li gel serokê Ukraynayê encam da. Ez ti berpirsyariyekê hilnagirim. Bi rastî şerm e li ser vê lêpirsîn derbarê serokê Amerîkayê de bê kirin.”
Demokrat jî dibêjin, ew a ku Trump kiriye û dike, xelet e û ji ber hindê divê rê neyê dayîn Amerîka li ser vê rê û siyasetê berdewam be.
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê, Nancy Pelosî jî diyar dike, “Trump metirsiyeke mezin e bo ser asayişa niştimanî ya me û destûra welat binpê kiriye. Demokratan jî ti bijardeyek li ber nîne jibilî lêpirsînê de.”
Endamekî Demokrat li Kongrêsa Amerîkayê, Camî Raskîn, Trump bi êrişkirina berdewam a li ser demokrasiya wî welatî herwiha ‘firotina destûr, siyaseta derve, asayişa niştimanî û demokrasiyê’ tohmetbar dike û dibêje divê rê pê neyê dayîn.
Hevdem li çendîn bajarên Amerîkayê xwepêşandan jî derbarê vê rewşê de biêrve çûn ku beşek ji wan xwepêşandanan bo piştevaniya Trump û beşek jî bo piştevaniya dûrxistina wî ji serokatiya Amerîkayê bûn.


