Polîtîk

Serokê herêmê rolek gelek baş dibîne

Ednan Miftî endamê Mekteba siyasî ya YNKê helwesta serokê herêma Kurdistanê gelek bi erênî dinirxîne.

Ednan Miftî endamê mekteba siyasî ya YNKê dibe je ku, Aliyên Kurdistanê ji bo vê qonaxa girîng divê bi yek dengî  li gel pêvajoya niha li Iraqê heyî tevbigerin. Hingê rolê serokê herêmê jî gelek bi erênî tê nirxandin. Nêzingbûna aliyên siyasî de rolê serokê herêmê gelek heye.

Di daxûyaniya xwe de Ednan Miftî dide xûyakirin ku, bi dehan hezar kes li başûr û naverastê Iraqê rabûn ser pîya û hinek daxwaziyên wan hene,  daxwaziyên xwepêşenderan mafek rewa ye. Xwepêşander daxwaziya çaksazî, nehiştina gendelî û dadperweiyê dikin.Ev tiştên başin.Divê arikaya wan bê kirin.Dê hingê firset hebe ku ew mafên xwe werbigirin.

Miftî dibêje ku, ew doza guhertina destûrê dikin û dixwazin sîstema hukumranî ber bişavanre bê derbas kirin. Miftî dibêje ku xwepêşandan xelkin û tiştên dixwazin jî di cih de ne. Lê xelkek xirab ketine di nava xwepeşenderan de û hewl didin ku denge xwepêşenderan bi awayek xirab belev bibe.

Ji bo pêwendiyên Kurdistanî jî Miftî dide xûyakirin ku, pêwistê gotubêj di navbera  aliyan de hebe.Taybetî divê ew babetên pêwendî bi mafên herêma Kurdistanê re heyîn  bê çespandin û taybetî mafên desturî.

Miftî berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku; divê aliyên Iraqî guh bidin daxwaziyên xwepêşenderan û hemû mefê hemwelatiyên pêkbînin.Bila di çerçova maf û çaksaziyan pêşwazî li daxwaziyan bikin. Divê hinek guhertinên baş çêbibin. Herweha ew eqiliyeta 2003ê ku rêveberiya welat dike û teyfiyet rolek mezin tê de dibine têkhere .

Ji aliyek din ji bo yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdî rolê serokê herêma Kurdistanê ji aliye Miftîve gelek bi erênî tê nirxandin. Ev hewldan hêviyek mezin peyda dike û berdewamiya vê yeke heye.Hingê divê hukumeta herêma Kurdistanê jî bi vî astekî de kar bike. Divê projeya çaksazî demek zûtirîn bê cî bi cî kirin.

Back to top button