Eger pêwistbe em bingehên Amerikayê li Tirkiye digrin
Serokkomarê Tirkiye Tayıb Erdogan bernameyek li gel kanala A Haber a Tirkiye de behsa pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê kir. Erdogan got ku, Senatoya Emerîkî bûyera ermaniya wek komkujiyekî qebûl kiriye. Ev yek dibe sedema têkçûna pêwendiyan û em vê yeke ji binîve red dikin û qebûl nakin.
Divê Amerîka hin pêngavan neavêje ku paşê başkirin û asayîkirina wê zehmet be.Erdogan da xûyakirin ku , demen pêşîya me de ewê li gel heyetên Emerîkî bicivin û nerazîbûna xwe bigihînin berpirsên wan.
Erdogan got: Tirkiye li hember helwestên Amerîkayê yên li dijî xwe bê helwest namîne û dê bertekên pêwîst nîşan bide.
Wek din Erdogan di beşek ya axavtina xwe de Amerîka tehdit kir û got: Eger pêwistbe emê bingehê Amerikayê li Incirlîkê û herweha bingehê Kurecikê jî bigrin.