AKP cara yekeme ku parçe dibe
Li Tirkiye dema partiyek nû tê damezirandin gelek nirxandinên cuda têne kirin û di serî de hinek wan partiyan qebûl nakin û hinek jî bi awayekî hevalbendiya wan dikin. Lê kesek nabêje ku, ka gelo vê partiyê çi gotiye û dê çi bike. Di serî de helwest kifşin.
Eve 18 salin AKP li Tirkiye hukum dike. Dema nû AKP hate ser hukum û hinek gavên erênî avêtin ji bo gelek aliyan bû wek hêviyekî. AKP li gora îdeolojiya olî hatibû damezirandin. Lê siyasetek lîberal rêve bir. Piraniya rêveberên AKPê nêzikî îdeolojiya rêxistina Birayên Misilman bûn û heta tê îdiakirin ku hinek ji wan berpirsiyariya vê rêxistinê de jî cih digirtan.
Lê siyaseta ku rêve birîn helwesta li himber hinek bûyeran gelek baş hate dîtin û li gora wê jî xelkê pişgiryek bi hêz da AKPê. Li Tirkiye di desthilatdariya AKPê de weseyeta eskerî li ser rêveberiya dewletê hate têkbirin. Cara yekem bû ku kesayetên wek serok erkanî kirîn hatin darizandin û gelek fermandarên pile bilind hatin girtin.
Ji aliyek din ve, AKPê bi çavek din pirsa kurd nirxand û sala 2005ê Erdogan wek serokwezîrê Tirkiye li himber hemû bûyer û qetlîamên hatî kirin doza lêborînê li Kurda kir. Qedexeye li ser zimanê Kurdî rakir û hinek guhertinên ku kurd bikaribin feydê jê bibînin pêkanî.
Taybetî dema hewlda ku pirsgirêka PKK çareser bikin , hukumeta yekem bû ku li gel PKKê dest hevdîtinan kir. Gihatin encamekî û li gora wê jî“ Pêvajoya Çareseriyê“ destpêkirin. Lê ev yek ji bo gelek sedemên cuda neçû serî û têk çû. Pêvajo gihat radeye ku PKKê li hinek deveran bakurê Kurdistanê “ xweserî“ ragihand û çalakiyên “Xendaka“ destpêkir. Bersiva hukumeta li himber siyaseta “Xendeka“ gelek tund bû . Bi hêzaran xorta jiyana xwe ji dest dan gelek bajar û bajarokê Kurdistanê wêran bûn.
Piştî pêvajoya Xendeqan li bajarên Kurdistanê HDPê dengên xwe winda kirin û AKPê deng zêde kirin.
Hêdî siyaseta AKPê jî hate guhertin û AKP li gel MHP kete di nava koalisyonekî de. Taybetî piştî pêvajoya referanduma serxwebûnê li başûrê Kurdistanê, gotara Erdogan di derbarê Kurdan de hate guhertin û behtir di vê mijarê de siyaseta MHPê kete rojevê de.
Bi awayek din AKPê ji xwe jî dûr ket û kete di nava pêvajoyek din de.Kurd jî ji AKPê dûr ketin .
Veqetandina Ahmet Davutoglu girînge ji ber ku ev cara yekeme AKP parçe dibe. Hêdî di nava AKPê de dengên cuda derdikevin û desthilatdariya AKP û Erdogan diheje. Partiya Paşerojê ji bo kurda tiştek nû negotiye. Lê wek her aliyek nû derdikeve holê gelek behsa azadiya dikin. Davutoglu ne kesayetek nû ye, serokwezîrî kiriye û serokatiya AKPê jî kiriye. Di dema wî de gelek bûyer rûdan. Lê niha dê çewe xwe biguherê û di encamên siyaseta wî çibe ne gelek zelale. Heta mirov di partikê de nebîne zehmete ku nirxandinek objektîf bike.
Babetek heye ku gelek rojevê deye. Gelo armanca Davutoglu têkbirina Erdogan e, yan avakirina siyasetak aşitiyane li Tirkiyeye. Ev babet cihê gotubêjekî girîng e.
Bê guman dê Davutoglu bandorê li AKPê bike û hinek dengên AKPê kêm bike. Ji aliyek din ve jî bi pişgiriya serokkomarê berê Abdullah Gul partiyek din ji aliyê Ali Babacan ve tê damezirandin. Ev jî, ji AKPê beşekî li gel xwe dibin.
Lê mixabin tu helwestek radikal ji herdu aliyan jî diderbarê pirsa Kurd de naxweyê. Mimkine hewlbidin ji bo denga ji Kurda wergirin hinek gotinên popîlîst bikin. Lê ji bo pirsa Kurd tu çareserî di rojeva wan a siyasî de naxweyê.
14.12.2019
Analîz/Rojevakurd