Cîhan

Dê bersiva me ji Îranê re gelek tund be

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo da xûyakirin ku eger hevalbendên Îranê li Iraqê êrîşê hêzên me û hevpeymaniya bikin, dê bersiva me tund be.

Di daxûyaniya xwe de Pompeo dibêje: Dûvikên Îranê êrîşa li ser hêzên Iraqê, baregehên hevpeymaniya û Amerikayê dikin.

Pompeo dide xûyakirin ku,  9ê qanûnê nêzikî balefirxaneya Bexdayê êrîşê bingehek me kirin, 11ê qanûnê jî êrîşêk din yê balefirxaneya navdewletîya Bexdayê kirin.

Pompeo dibêje ku, ew li gel hêzên Iraqê hevkariya xwe berdewam dikin.

Wezîrê derve yê Amerikayê got: Ez dixwazim bejim serok û berpirsiyarên Îranê. Dûvikên wan li Iraqê êrîşa bibin ser bingehên me û hevpeymaniya yan jî hêzên Iraqê , dê bersiva me ji bo wan gelekî tund be û em bê deng namînin. Divê Îran rêzê serweriya welatên cîran bigire. Pêwiste di cih de hemû arikariya hevkarên xwe li Iraqê kut bike.

Back to top button