Cîhan

Rapora hukumeta Almanya di derbarê Suriye de

Wezereta Derve ya Almanya di derbarê rewşa Suriye û rojavayê Kurdistanê de raporek amade kir. Li gora raporê hukumeta Almanya dide xûyakirin ku, rewşa Suriye nebaşe û nabe niha penaber vegerin vî welatî. Di van raporan de carê hinek hijmar di derbarê penaberan de hene ku cihê metirsîyêne.

Ji rapora hukumeta Almanya 30 rûpel ketine destê kovara Der Spiegel de. Hijmarên feqîrî û rewşa jiyana xelkê Suriye metirsiyare. Gelek welat vê yekê wek xeterekî mezin ji bo jiyana insana dibînin. Lê kesên ku li Suriye dijîn didin xûyakirin ku, rewş tişten ku di rapora hukumeta Almanî de hatîn kifşkirin xirabtir e.

  1. Ji % 69 xelk di nava tinehîyekî pir mezin de dijîn. Piraniya wan rojê ji 2 dolara kêmtir kar dikin.
  2. 18 miyon hemwelatî li Suriye bi arikariyên dezgehên navdewletî jiyana xwe berdewam dikin.
  3. 15.5 milyon insan ji ava vexwarinê bi awayek tendirûst mehrumin.
  4. 5.9 milyon ji suriye derketine û bûne koçber.
  5. 5.9 milyon hemwelatî di nava Suriye de ji cihê xwe bûne û koçberin.
  6. 144 hezar girtî hene û gelek ji îşkenceyê ber mirinê ne.
  7. Rejimê 71.935 varilê teqemenî avêtine herêmên ku sivîl lê dijîn û welat wêran kiriye.
  8. Ji % 20 nexweşxane bi temamî hatine ji navbirin.
  9. Ji % 48 ji nexweşxane nikarin xizmeta nexweşa bikin.
  10. 570 hezar kes bûne qurbanî.

Ev beşek ji rapora hikumeta Almanyaye. Lê pispor dibêjin ku, hêjmar di rastiya xwe de ji van hêjmaran gelek mestirin û rewşa Suriye tiştên ku di raporê de hatîn diyarkirn gelekî xirabtir e.

Back to top button