Cîhan

Hewldan ji bo partî neyên avakirin

Li Tirkiye bi avakirina du partiyên nû, serokkomar Erdogan gelekî ne rihet dike. Dê van rojan de serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û ji wezîrê derve yê berê Ali Babacan bi pişgiriya serokkomarê berê Abdullah Gul partiyên nû ava bikin.

Herdu partî jî hêza AKPê û Erdogan kêm dikin û dikarin bibin sedemek bingehîn ku, Erogan desthilata xwe winda bike.

Van rojên ku damezirandina partiyan nêzik dibe, Erdogan destpêkir bi tundî di civînên AKPê de êrîşê Davutoglu û Babacan dike. Lê Davutoglu jî di cih de bersiva Erdogan dide.Dixweyê hêdî Erdogan jî dibîne ku ev herdu partiyên nû hêza wî û AKPê kêm dikin.

Li gora hinek agahdariyan . Erdogan dixwaze rê li damezirandina van partiya bigre. Niha jî grubek kesayetên di nava AKPê de û herweha hinek kesayet ji derê AKPê ku Erdogan wan wek birayê xwe yê gewre dide nasandin, hewldidin ku Davutoglu û Babacan ikna bikin ku partiyên nû ava nekin.

Heftiya bûrî heyetek ji van kesan ewilê serdana Erdogan kirin û ji bo hevdîtina li gel Gul, Davutoglu û Babacan îcaza Erdogan xwestin. Erdogan jî ev yek qebûl kir. Vê heyetê ewilê hevdîtinek berfireh li gel serokkomarê berê Abdullah Gul pêkanin piştre jî hevdîtinek li gel Davutoglu pêkanîn.

Li gora çavkaniyek di nava heyetê de; Heyetek qelebalik serdana davutoglu kir. Heyetê gote Davutoglu: Mamusta em dizanin ku hun gelekî aciz kirin û hatin ser we.Lê em  hêviyê ji we dikin dev ji damezirandina partiyê berdin, emê ji hev bikevin û parçe bibin. Li gora heman çavkaniyê Davutoglu gote wan: Bibirûn dema ev bûyer bûn we teva temaşe dikir, niha jî hun dereng man.

Back to top button