Cîhan

Trump: Me behsa Kurda kir

Serokê Amerikayê Donald Trump û serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan di çerçova komcivîna NATOyê ya salane de hevdîtinek pêkanîn. Piştî hevdîtênê serokê amerikayê behsa naveroka hevdîtina xwe û Erdogan kir.

Trum di derbarê naveroka civînê de dibêje: Civînek gelek serkeftî pêkhat.Me behsa gelek tiştan kir. Me behsa Kurda kir û em li ser rewşa suriye axivîn. Pirosesa Herêma Ewle  û rewşa sinor gelek baş rêve diçe. Agirbest berdewam dike. Di vê mijarê de baweriya min li Tirkiye heye. Em û Erdogan bi hev têdigihin. Dema ez vê yeke dibêjim gelek kes şaş diminin.

Trump  behsa Suriye dike û dibeje : Me hêzên xwe vekişandin û me petrola xwe vegirt. Hêzên me niha li cihên petrolê ne. Em dewriya sinorên xwe dikin ji ber ku ez welê dixwazim.

Back to top button