Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya Balyozê Amerika li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Toller kir. Di hevdîtinê de, Serokê Hikûmeta Herêmê tekez kir, Herêma Kurdistanê roleke erênî ji bo cîgirbûna rewşa Iraqê digire.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, guftûgo derbarê dawî guhartinên Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin. Tekez li girîngiya arambûna rewşa Iraqê hate kirin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêmê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê rolek erênî ji bo arambûna rewşa Iraqê digire.

Di wê çarçovê de, Balyozê Amerîka jî, piştevaniya xwe ji bo wê hevtêgihiştin û pêşkeftinan derbirî, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, taybet bi budceya 2020an

Herwiha pabendibûna welatê xwe jî, bi piştevanîkirina Herêma Kurdistanê tekez kir.

 

Back to top button