Polîtîk

Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê civiyan.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Koşka Serokomariya Tirkiyê ya li Enqerê li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civînek pêk anî.

Civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan demjimêrekê berdewam kir û ji aliyê Tirkiyê di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Serokê îstîxbareta wî welatî (MÎT) Hakan Fîdan jî amade bûn.

Mesrûr Barzanî îro bi serdana fermî gihişt Enqereya paytexta Tirkiyê û yekem civîna xwe li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu encam da.

 

 

Piştî civivînê, Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu konferanseke rojnamevaniyê pêk anî bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê konferansê de tekez kiribû ku wî nîgeraniyên xwe yên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de gihandiye aliyê Tirk.

Derbarê peywendiyên di navbera herdu aliyan de jî Serokwezîr Barzanî got, “Me tekezî li ser wê yekê kir, ku em pêwendiyên xwe bi pêş bixin û asta bazirganiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ber bi pêş ve bibin.”

Çavuşoglu jî gotibû ku ew dixwazin wek Tirkiye pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê di hemû waran de pêş bixin.

Herwiha di pêşwaziya Mesrûr Barzanî de ku ew cara yekê ye weke Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike, Ala Kurdistanê hate danîn.

 

Back to top button