Ebadî: Paytextê Iraqê Bexdaye ne Hewlêr e
Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî, di derbarê serdana cîgirê serokê Amerikayê Pence ya Hewlêr daxûyaniyek ragihand. MIke Pence serdana Bexda nekir û serdana Hewlêr kir. Ebadî dibêje ku, Bexda paytextê Iraqê ye ne Hewlêr.
Serokwezîrê berê yê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî derbarê serdana îro ya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence de bo Iraqê ku serdana Bexdayê nekir û serdana Hewlêrê kir, ragihand ku Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr.
Hevpeymaniya Nesir jê daxûyaniyek belav kir û dibêje: “Hevpeymaniya Nesir serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence şermezar dike ku serweriya Iraqê binpê kiriye. Bexda paytexta Iraqê ye ne Hewlêr û qebûlkirina rêkxistina vê serdanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ku tenê bo Binkeyê Eyn Esed û Hewlêr bû, red dikin.”