Cîhan
Em pişgiriya kontrolkirina qadên petrolê dikin
Nûnere taybet yê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey, di derbarê qadên petrolê de daxûyaniyek da û got ku, eve 4 salên qadên petrolê li Suriye di bin kontrola HSDê de ye. Amerika jî wek stratejiye xwe ya li Suriye pişgiriya wan dike.
Jeffrey da xûyakirin ku, pişgiriya wan ji bo kontrolkirinli qadên petrolê li Suriye li gora qanûnên navnetewî raste û dê amerika pişgiriya xwe ya ji bo HSDê berdewam be.
Jeffrey berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Ji bo me ya girêng ewe ku, ev qadên petrola Suriye cardin nekevin di bin destê DAÎŞê de. herweha nekeve di bin destê hinek aktorên din de. Em tiştek nu ne rewa be nakin.