Polîtîk

Mesrûr Barzanî ligel şandeke PSKê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja duşemê 11-11-2019an pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya serokê wê partiyê Mesûd Tek kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî hat kirin, ji bo çareserkirineke dadperwerane ya pirsa kurdî bi awayekî aştiyane û dûr ji tundûtûjiyê, ku faktereke sereke ya çespandina aştî û aramiyê li navçê ye.

Back to top button