Rapora şerê “Xendek “a
Yekitiya Odeya Mihendis û Mîara li Tirkiye di derbarê bûyerên Xendeqan sala 2016ê raporek ragihandin. Di raporê de tê kifşkirin ku bi sedema şerê “ Xendeqan“ 400 hezar kesî ji bajarên Kurda bar kirine û koçber bûne.
Rapor piştî şerê Xendeqa li Şirnex, Cizîrê,Silopî, Hezex, Nisêbîn, Geverê û Surê hatiye amade kirin.
Di raporê de beşa Cîzîrê de dide xûyakirin ku; Şer li 4 taxa belav bibû. Gelek cara xedexa derketina derve hatiye ragihandin. Raporê dibêje ku 251 kuştî hatine tesbît kirin lê hêjmara kuştiya li ser 280 kesaye re. Gelek avahiyên ku di şer de zerer nedîtîn jî hatine şewitandin.
Herweha Yekitiya Şeredariyên herêma Başûrêrojhilat jî daxûyaniyek a xwe de dide xûyakirin ku,1200 avahî xira bûne û 10 hezar avahiya jî zererek mezin dîtine.
Li Hezexê qedexeya derketina derve 43 rojan berdewam kiriye û ji % 80 nişteciyên navçeyê koçber bûne.
Li Siloî 37 rojan qedexeya derketina derve berdewam kiriye , li navçeyê 29 kes hatine kuştin û hijmara koçberan 11 hezarin.Li Silopî 351 avahî ruxane.
Li Şirnex 391 roj qedexeya derketina derve berdewam kiriye.64 hezar insan ji cih û warê xwe terikandine û bûne koçber li deverên din.7 taxên bajêr bi temamî têkçûne û avahî lê nemane.
Li Geverê qedexekirina derketina derve 79 roja berdewam kiriye,96 kesî jîyana xwe ji dest dane. Li gora rapora odeya mihendizên Wanê 787 avahî bi temamî û 647 avahî jî nîv xirabûne. 1336 xanî jî şewitîne. Li gora hêjmara nişteciyan ji % 35 insan bê xanî û mal mane.
Li Nisêbîne gelek cara qedexa derketina derve hatiye ragihandin. Li bajêr 5072 avahî têkçûne. 45 hezar kesî ji bajêr bar kirine û bûne koçber.
Li Sura navçeya Diyarbekirê gelek cara qedexeya derketina derve hatiye ragihandin û li Surê şer 103 rojan berdewam kiriye. Li Surê 6 taxên navçeyê bi temamî xirabûne û 400 hezar kesî ji dev malê xwe berdane û bûne koçber.