Malbata Beşar Esedê dest bi firotina milk û malê xwe kiriye.
Li gor nûçeyeke rojnamye Daly Telegraf ya berîtanî di jimara xwe ya duhî ya roja înîyê de eşkere kriye ku endamên malbata Beşar Esedê serokê Sûriyeyê dest bi firotina milk û malê xwe yê li dervey Sûriyeyê kiriye.
Rojnameya navborî diyar dike ku malbata Esed dest pê kiriye ku xaniyên xwe yên li Londonê paytexta Berîtaniyayê bifroşin ku buhayê wan dike nêzîkî bi milyonan pound ê berîtanî û rojname dinivîse ku wesreke Refet Esedê apê Beşra Esed li taxê Mayfair li Lonodonê yeke ku 10 milyon pound dike.
Rojnama Daly Telegraf dinivîse ku malbata Beşar Esed li gelek welatên cîhanî mil û mal heye û nuha ew dixazin milk û malê xwe yê derveyî Sûryeyê, berî rijêma sûrî jinav biçe, bifroşn û bikin pare.
Ji adara îsal were serhildana gelê sûrî ji bona jinavbirina rijêma Beşar Esed berdewame û li gor raporên Neteweyên Yekgirtî û rîxistinên mafê mirovî heta nuha li Sûryeyê zîdetir ji 2900 hevwelatiyan bi destê leşker, emin û şabîheyên rijêmê hatîne kuştin.