Cîhan
Panetta: Rêjima Surî diruxê
Wezîrê bergiriya Amerîkayê ji Îsrail di derbarê rejima Surî de daxuyaniyek ragihand.
Wezîrl bergiriya Amerika Leon Panetta serdana xwe ya li Îsrail hevdîtinek li gel wezîrê bergiriya Îsraiêl pêkanî û piştî vê hevdîtinê li gel rojnemevanan axivî.
Li gora ajansên navdewletî radigihînin, panetta di derbarê rejima Surî de weha gotiye: Amerîka û welatin din li ser çûyina rejima Bişar Esed li hevkirine. Divê Esed ji dev desthilatê berdê.
Di axavtina xwe de Leon Panetta got: Mirov nikare bije ku wê kengê rejima Esed têkbiçe, lê ruxandina rejima Surî bi destê xelkê surî yên ku raperînê dikin misoger e.