Kombenda aborî ya Kurdistan û Îtalyayê dest bi kar kir
Bi mebesta bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera Kurdistan û Îtalyayê de, îro Kombenda Aborî ya Herêma Kurdistan û Îtalyayê li salona hotêla Rotana ya Hewlêra dest bi karê xwe kir.
Di kombendê de wezîrê geşepêdana Aborî yê Îtalya Pawlo Romanî û hejmarek ji wezîrên hikumeta herêma Kurdistanê, waliyê Hewlêrê, serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêr, Balyozê Îtalya li Bexdayê, berpirsê ofîsa konsolgeriya wî welatî li Hewlêrê û hejmarek ji şêwermend, berpirs, karsaz û bazirganên Îtalya û herêma Kurdistanê amade bun.
Di destpêkê de berpirsê ofîsa konsolgeriya Îtalya li herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û behsa armanca sazkirina kombendê kir ku got ev civîn dê derfetek mezin be ji bo şirket, bazirgan û weberhênerên îtalî da ji nêzîk ve haya wan ji rewşa Herêma Kurdistanê hebe bi taybetî jî di ware aborî û bazirganî û derfetên kar de.
Piştre wezîrê bazirganî û pîşesazî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Sînan Çelebî axifî û bal kişande ser wê yekê ku berî du hefteyan civînek hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya de hatiye lidarxistin û ewna jî bûye sedema sazkirina vê kombendê. Çelebî got:
– Di dema borî de û niha jî îradeyeke mezin a herêma Kurdistanê heye ji bo bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên xwe di hemû waran de ligel welatên Ewrûpa nemaze Îtalya. Herwiha serdana Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Îtalya û îmzekirina hinek rêkeftinên aborî di navbera herêma Kurdistanê û Îtalya de, sazkirina vê kombendê, evna hemû nîşanên vê îradeya bihêz in.
Wezîrê geşepêdana Aborî yê Îtalya Pawlo Romanî jî da zanîn ku bi vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê pir kêfxweş bûye û amaje bi xebata gelê kurd da ku çewa bi îradeyeke bihêz li hember sîyaseta rejîma berê ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşiyaye û pêşketinên îro jî berhemên wê tekoşînê ne.
Romanî wiha axifî: ‘
– Peywendiyên di navbera Îtalya û herêma Kurdistanê de pêşve çûne û vekirina ofîsa konsolgeriyê ya welatê me li Hewlêrê, serdanên wiha û kombend jî evna hemî nîşana hebuna peywendiyên bihêz in. Karsazên Îtalya Herêma Kurdistanê wek dergehekî karkirinê bo hemû Îraqê dizanin. Herwiha sazkirina vê kombendê di vê qonaxê de pir girîng e da şirket û bazirganên Îtalya ji nêzîk ve rewşa Herêma Kurdistanê bibînin û bikaribin lê kar bikin. Rûdaw