Polîtîk

Heyeta Kurdistanê gihişte Bexdayê

Îro, sêşemiyê 04.10.2011, heyeta Kurdistanê ku ji Fazil Mîranî sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê, Mela Bextyar endamê pilîbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya herêma Kurdistanê, ji bona danûstandina bi rayedarên Îraqê re li ser pirsên hilawîstiyên navbera Bexda û Hewlêrê, gihişte Bexdayê.

Heyeta herêma Kurdistanê di serdana Bexdayê de dê digel Celal Talebanî serokomarê Îraqa federal, Nurî Malikî serokwezîr û Usma Nûcêfî serokê parlamnetoya Îraqê bicive.

Herwesa dê şandeya Kurdistanê digel serok û berprisên aliyên siyasyên îraqî yên beşdar di hikûmeta Îraqê de û kesatiyên olî bicive.

Her îro êvarê saet şeş hemû kutleyên siyasiyên Îraqê, Nurî malikîyê serokwezîr û Usame Nûcêfiyê serok palamentoya Îraqê, Eyad Elawî serokê kîsteya Îraqiye û serok û berprisên lîste û kutleyên din, ji bona çareserkirina pirsên siyasî, emnî û man yan nemana hêzên amerîkî li Îraqê dê li mala Celal Talebanî li Bexdayê bicivin û şandeya herêma Kurdistanê jî dê beşdarî vê civînê bibe.

Weke tê zanîn ev demeke têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi aloziyê diçin û ew sozên serokwezîrê Îraqê dabûn kurdank u ji 19 xalan pêk tê, heta nuha yek xala bi tenê jî nehatiye cîbicîkirin. Weke; madeya 140, qanûna patrol û gazê, budceya pêşmergeyê Kurdistanê û rola pêşmerge di parastina deverên veqetandî de divê bi hikûmeta Malkî re bên yekalî kirin.

Back to top button