HSD: Me hêzên xwe li ser sînor bicih kirin
Berpirsê Ragihandina HSD Mistefa diyar kir ku ew ji bo sedema operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li rojhilatê Firatê ketine di nava amedebaşiyê de.
Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk Mistefa Balî ji Rûdawê re got, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, hêzên wan li ser sînor ketine rewşa amadebaşiyê û eşkere kir, eger Tirkiye dest bi êrîşan bike, wê metirsiyeke cidî çêbike.
Mistefa Balî dibêje eger Tirkiye operasyonekê bibe bo ser Rojavayê Kurdistanê dibe ku hêzên Rûsya, Sûriyê jî êrîşî herêmê bikin û DAIŞ jî dest bi liv û tevgerê bikeç
Balî wiha axivî: “Gefên Tirkiyê êdî ketine qonaxeke nû û gelê me yê Rojavayê Kurdistanê weke Kurd, Suryan, Aşûrî û Ermen rûbirûyê metirsiya komkujiyan dibe. Bêguman hêzên me jî niha li ser sînor cihên xwe girtine. Em erkdar in parastina gelê xwe bikin.”
Berpirsê Ragihandina HSDê destnîşan kir ku ev guhertinên rû didin dê ligel xwe pirsgirêkên cidî bînin û wiha pê de çû: “Krîza li Sûrî dê kûrtir bibe û rê dê li ber çareseriyê were girtin. Ji wê zêdetir dibe hêzên Rûsya û Sûriyê ji vê krîzê sûde werbigirin û êrîşî herêmê bikin. Herwiha dibe ku DAIŞ jî sûdê werbigire êrişî hinek herêman bike weke girtîgehên di destê me de.”
Balî anî ziman ku ji ber şer li ser sînor tê kirin kî dibe bila bibe xwe weke netewperwer bibîne çi hêzên hikûmeta Sûrî bin û çi hêzên opozisyonê bin divê erka xwe li hemberî êrîşan pêk bînin.
Koşka Spî îro daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye, di demeke nêzîk de Tirkiye operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê dike û hêzên Amerîkayê ji operasyonê re nedibin ansteng û nedibin alîkar.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di derbarê bûyer û pêşhatên girêdayî Rojavayê Kurdistanê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê de li ser twîterê îro du helwestên cuda nîşan da.
Trump destpêkê ragihand: “Em dê ji vê şerê bê wate û bê dawî bîne derve. Kurd jî bê bermaber şer nekiriye û me gelek pere û çek dane wan.
Di nûtirîn twiterê xwe de Donald Trump helwêsteke nû de têkildarî egera êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê nîşanda û hişyarî da Tirkiyê ku ji sînorê xwe dernekeve. Trump got: “Ez dê aboriya Tirkiyê wêran bikim, eger ku li gel zanebûna min a mezin û bêmînak li hev negire, û ji sînorê xwe derkeve.”