Polîtîk

‘Hevpeymanîya Kurdistanî’  li  hemû Kurdistanîyan  pîroz be

 

Partîyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê (PDK, YNK, Tevgera Goran , Partîya Komunîst , PDSK, Komela îslamî, Yekgirtû îslamî, û partîyên Turkmen û  Suryanîyan) ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’ pêk anîn û bi biryareke hevbeş, parêzgarê berê yê Kerkûkê, Ebdulrehman Mistefa wek serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî   diyar kirin. Hevpeymanîya Kurdistanî li Kerkûk, Dîyala, Selahedîn û Neynewa bi yek lîstê dê beşdarî di helbijartinên parêzgehan bibin.

Ava kirina ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’ gaveke dîrokî ye.

Em hêvî dikin ku ava kirina  ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’, di bicîh anîna madeya 140î de û di vegera navçeyên mijara madeye 140î ya ji bo Herêma Kurdistanê de  bibe destpêkek.

Em hêvî dikin ku , ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’ di kewandin û pêçandina birînên yê li Kerkûk û li navçeyên din yên mijara madeya 140î û yê hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê  de bibe destpêkeke netewî, niştimanî.

Em hêvî dikin ku ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’ di bicîhanîna destera federalî ya Iraqê û di parastina destkeftîyên federe yên Başûrê Kurdistanê de, li gel Parlamento û Hikûmeta Kurdistanê,  bibe navendeke berxwedar ya esasî û mayînde.

Em hemû partî û alîyên ku ‘Hevpeymaniya Kurdistanî’ ava kirine û birêz Ebdulrehman Mistefa, ji ber vê gava wan a dîrokî, netewî, niştimanî  pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.01.10.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button