Civak

PKK bi arikariya Heşda Şeibî bingehên çekdarî ava dike

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingehek mezin li navçeyên bin desthilatdariya Heşdî Şeibî de avakirinr û di li vê derê  û perwerdê didin zarokên temenê wan di min 18 salî û piştre jî wan rêdikin Qendîlê.

Berpirsê lijneya navçeya Kifrî yê PDKê Sebah Mihemed ji basnewsê re ragehand; ‘’Li navçeya Xurmatû (qeza Xurmatû Kurdistanî ye û ser bi parêzgeha Selahedîn e) her wekî beşek ji Kifrî ye û PKK li gundan digerin û bac ji xelkê werdigrin.’’

Herwaha aşkera kir, PKK li sînorê Xurmatû binkeyekî heye ku rahênan û perwerdeyê didin xelkê, li ser bikaranîna çekên sivik û giran. Piştre jî wan rêdikin bo Qendîlê.

Navborî got, 250 çekdarên PKKê li binkeyê sînorê Xurmatû, rahênan û perwerdê didin xelkê, binkeyê wan jî pir mezine û zarok tê de hene û wan perwerde dikin, lê xelk newêrin ji kampê re nêzîk bibin.’’

Back to top button