Kultur

Nijadperstên MHP rastiya dîrokê jî qebûl nakin

Wezereta perwerdeya Tirkiye, pirtuka Dîrokê ya ji bo pileya 9ê behsa misilmaniyê û miletên ku bûyin misilman dike. Di pirtukê de dibêje ku Kurd piştî ereba Miletê duyeme ku misilmanî qebûl kirîne.

Li ser vê yekê MHP gelek aciz bûye û rexneyek tund li wezîrê perwerdeya Tirkiye Ziya Selçûk dike. Di vê derbarê de sekreterê giştî yê MHPê İsmet Buyukataman, nameyekî ji wezîrê perwedeyê re rêkiriye.

Buyukataman di nameya xwe de dibêje, dewsa hun behsa dîroka Tirkan bikî û misilmanetiya qewmî Tirk bi awayê dîrokî binivîsînin, we hewldaye ku hun dîrokekî ji bo Kurda avabikin. Em hêvî dikin ku hun zûtirîn demî de ji xeletiya xwe vegerin û pirtuka dîrokê ya pileya 9ê biguherênin.

Back to top button