Cîhan

Ji bo Idlibê dicivin

Serokkomarê Tirkiye, Îran û serokê Rusya li Enqere ji bo pirsgirêka Suriye dicivin. Ev civîna 5ê mîne ji bo Suriye di navbera serokê hersê welatan de bi rêve diçe. Babetê herî girîng di vê civînê de pirsgirêka Idlibê ye.

Hêzên rejima Suriye bi pişgiriya Rusya û Îranê eve demeke berê xwe daye Idlibê û bi hêceta şerê rêxistinên wek Tehrîr El Şam, gelek deverên derdora Idlibê vedigire.  Idlib li ser sinorê Tirkiye ye û eger Suriye êrîşên xwe li himber Idlibê berdewam bike cardin bi sedê hezara penaber berê xwe didin Tirkiye. Tirkiye ne ekonomik û ne jî civakî nikare vî barî rake.

Têzanin ku niha 3 milyon û 600 hezar penaberên ji Suriye li Tirkiye dimînin. Ev yek bi xwe di nava Tirkiye de bûye pirsgirêkek mezin.

Niha di vê rewşê de nêzikî 3 milyon kes li Idlibê niştecîne. Ji bo koçberiya van a Tirkiye bê sekinandin divê Rusya ji dev êrîşên xwe li ser Idlibê berdê. Tirkiye niha ji herdu welatan vê yekê daxwaz dike. Lê hêzên Suriye êrîşên xwe nasekinînin. Tirkiye niha li devera sinor ji bo pênaberan amadevaniyekî dike.

Ruhanî ji berî bigihe Enqere daxûyaniyek da û got: Hêja li Idlibê terorîst hene û divê ew bêne pakij kirin. Bi vê yekê Îranê ji derê daxwaza Tirkiye helwesta xwe eşkere kir.

17ê Tebaxê Erdogan li gel Putin hevdîtinek pêkanî, lê tu encam jê derneket. Di heman demî de hêzên rejima Suriye êrîşê dibin ser bingehên çavderiyê yên Tirkiye ku li herêma Idlibê hene.

Dixweyê cardin tu encam ji vê civîna sê kolî dernakeve û bi daxûyaniyekî hevbeş belav dikin û herkesek siyaseta xwe wek dixwaze rêve dibe.

Back to top button