Cîhan
Divê Amerika êrîşê Îranê bike
Senaotorê Amerîkayî Lindsey Graham da xûyakirin ku, divê veca Amerika êrîşê bingehên petrola Îranê bike.
Senator Lindsey Graham , di ser hesabê xwe Twitterê de da xûyakirin ku, niha divê Amerika êrîşê bibe ser bingehên petrolê li Îranê. Hêdî wext hatiye ku Amerika pişta Îranê bişkîne.
Tê zanîn ku du êrîşên mezin li Siudiyê li ser kompanya Aramco hatibûn kirin. Amerika û Siudî di derbarê van êrîşan de Îranê tawanbar dikin.
Lê berpirsiyariya vê êrîşa li ser Aramco, Şîeyên Yemenî tevgera Hûsiyan girtîbû ser xwe. Tê zanin ku Hûsî bi xwe bi arikarî û pişgiriya Îranê şer dikin.