Polîtîk

Peyama Imamoglu: Ataturk

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, serdana Diyarbekirê kir. Imamoglu li gel şeredarên ku dewsa wan de qayum hatîn tayin kirin hevdîtin kirin û biryara hukumetê ya ji dûrxistina kar wek biryarek ne qanûnî nirxand.

Îmamoglu li Diyarbekirê û Batmanê ji aliyê HDPê ve gelek bi coş hate pêşwazî kirin. Heta Aahmet Turk li stanbul bi balafira Îmaoglu siwar bû bi hevre gihatin Diyarbekirê.

Lê Îmamoglu li Diyarbekir tu peyamek ku behsa kurda bike neda. Behsa mafê Kurda jî nekir. Îmamoglu dema serdana şeredariya Diyarbekir a Kayapinarê kir weneyek mezin ê Ataturk wek diyarî da hevseroka şeredarê Kayapinarê. Yanî bi vî weneyî Îmamoglu peyama xwe ya ji dil ragihand.

Eger tevgerekî de hêvî bibe Îamaoglu , pêşerojek tarî li pêşya wê tevgerê heye. Partiya Îmamoglu CHP heta vê gavê li himber banga HDPê bê denge. Eger rastî Îmamoglu û CHP pişgiriyê bidin HDPê , bila ji berî her tiştekî li hevkariya xwe û HDPê mikur bihatan.
Îmaoglu û partiya wî bila li Stanbulê, Enqere, Edene û Mersînê pişgirya şeradarên Diyarbekir, Wan û Merdînê bikiran û li dijê biryara wezereta navxwe bibûna xwedî helweste kî. Lê nebû tenê bi beyanekî dîtina xwe gotin. Her hewldana CHPê li wê derê xilas bû.

Bivê nevê pirsek tê kirin, gelo Îmamoglu ji bo portreyê Ataturk wek diyarî bide seroka şeradariya Kayapinar a Diyarbekir zehmet kişand heta Diyarbekirê hat?

Back to top button