Heta 2-3 heftiyan de em dikevin Rojhilatê Firatê
Serokomarê Tirkiye Erdogan beşdariya di rewrisma derçûna xwendekarên “akademiya leşkerî ya zanîngeha bergîriya niştimanî” li Stenbolê, kir. Di rewrismê de Erdogan axivî û got: Ji bo Herêma Ewle ya ku dê seranserê hemû sînorên me yên li rojhilatê Fieratê bê avakirin zêde sebr û wextê me tune ye. Heke leşkerên me di nav çend hefteyan de herêmê kontrol nekin, em ê plana xwe bicih bikin”
Erdogan got: “Pirsgirêka li herêmê ne pirsgirêka DAIŞê ye. Şerê parvekirina berjewendiyên hin hêzan e.”
Serokomarê Tirkiyê dema destpêkirina operasyonê eşkere kir û got: “Li rojhilatê Firatê heke em di nav 2-3 hefteyan de di çarçoveya şertên ku me diyar kirine de bi leşkerên xwe re bi awayekî kirdarî dest bi avakirina herêmê nekin, bila êdî yên hemberî me bikevin nav fikaran.”
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gengeşîyên li ser rêkeftina avakirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê didomin. Serokomarê Tirkiyê piştî vegera xwe ya Rûsyayê dabû zanîn ew ê nehêlin ku rêkeftina “herêma ewle” wek rêkeftina Minbicê bibe û neye bicihkirin.