Cîhan

Hevalên min yê kevin û MHP erîşê min dikin

Serokwezîrê berê yê Tirkiye Ahmet Davutoglu tevlî bernameyek televizyonê di kanala TV5ê bû.

Davutoglu behsa hinek pirsgirêkên Tirkiye kir û herweha bersiva hinek tiştên ku di derbarê wî de tên gotin da. Wek tê zanîn niha Davutoglu li gel hinek hevalên xwe hewldidin partiyek nû damezirînin. Ji bo vê çalakiya Davutoglu di serî de Erdogan gelek berpirsên AKPê rexna li Davutoglu dikin û heta Erdogan bê ku navê wî bide, ew bi xiyanetê itham kir.

Di hinek civînan de Davutoglu bersiva ithamên Erdogan û AKPê da, lê ev cara yekem e ku di kanalek Televizyonî de tevlî bernameyekî dibe û berfireh bersiva hinek ithamên ku di derbarê wî de hatîn kirin dide.

Ji berî demekî Davutoglu dabû xûyakirin ku, eger ew şerê li dijê terorê de hinek tiştan eşkere bike, hinek kes nikarin derkevin nava xelkê. MHPê his kir ku Davutoglu behsa wan dike û bersiva Davutoglu dabun.

Di bersiva pirsên xwe de Davutoglu dibêje:

Axaftina min demjimêrek bû lê ew tişta min gotî 27 saniyebû. Dema hun beşekî ji Romana  Dostoyevski bixwînin hun dikarin Tawanekî jê derêxin, lê dema Roman hemû bê xwendin klasikek heja jê derdikeve. Tu bihayê dijitiya min tuneye. Dema muxalefet dijitiya min dike qîmetê wê tuneye, lê dema hevalbendên desthilatê dijitiya min dikintêne xelat kirin.“

Berdewamiya axavtina xwe de Davutoglu dibêje:“ Min got  divê rêz li encama ji sandoqên hilbijatina derdikeve bê girtin. eger asteng kandidatbûna wan de hebê, ev karê Dezfehê Bilind ê Hilbijartinê ye. Eger piştî det karê xwe kirîn tawanek kiribin divê dadgeh biryarekî bide. Lê ewan welê dan nîşandan ku heçku ez pişgiriya terorê dikim. Ew kesên ku ji berî 31ê Adarê Name ji Ocalan anîn û birayê wî derxistin ser televizyonê vê ji min re dibêjin. Ew kesên di dema min de di hukumetê de cih girtîn û MHP vê yekê dikin. Min li ser daxwaziya xelkê pozisyona xwe eşkere kir.Helwesta min li himber terorê eşkereye. Lê ez dibêjim bila ev yek di çerçova hukukê de bê kirin. Du alî min tawanbar dikin.“

Back to top button