Berwarî:11ê îlona 2001ê bû destpêka rûxandina rejîma Sedam
Di 11ê îlona 2001ê de bircên cêwî yên New Yorkê û biryargeha parastina Amerikayê Pentagon bûn hedefa êrîşan. Piştî êrîşê serokê Amerîka yê wê demê Georgê W Bush şer li hember ”terorê” îlan kir. Di nav hedefên Bush de rejima Sedam Huseyn jî hebû.
Siyasetmedar Taha Berwarî behsa bandora 11ê îlonê ya li ser kurdan dike
Şerê me yê li hember terorê bi El-Qaîde dest pê dike, lê li wir bi dawî nabe. Heya ku hemû komên terorîstan neyên peydakirin serkutkirin ew ê bi dawî nebe. Irak bi berdewamî dijminahiya Amerîka dike û piştgiriyê dide terorê.
Hefteyekê piştî êrîşên li hember bircên cêwî yên New Yorkê û biryargeha parastina Amerika Pentagonê serokê Amerîka yê wê demê Georgê Bush ev daxuyaniya tund da.
Belê êrîşên li hember Amerîka yên berya deh salan mîna çerxek nû tê binavkirin ku bandorek wê ya mezin li ser cîhanê û herwiha kurdan çêbû.
Siyasetmedar Taha Berwarî wê demê nûnerê Hukûmeta Herêma Kurdistanê yê welatên Skandînavya bû. Li gor Berwarî êrîşên 11ê îlonê bûn destpêka pêvajoya rûxandina rejima Sedam Huseyn.
Bushê yekem, bavê George W Bush di sala 91ê de şerê Îraqê kiribû. Kuwêt ji bin destê Sedam hatibû derxistin û azmanê bakurê Îraqê, ser paralela 36ê re ji aliyê NY û Amerîka ve li balafirên Iraqê hatibû qedexekirin.
Bi vê derfetê re leşkerên Iraqê mecbûr man ku herêma başûrê Kurdistanê biterikînin. Kurdan Hukûmeta Herêma Kurdistanê damezirandin û karîbûn bigihin hin ji mafên xwe yên netewî. Lê Sedam li Bexdayê bû, di destûrê de ti mafê kurdan nebû û ew sal bi şer, xizanî û teşqele derbas bûn.
Bi êrîşa 11ê îlonê 2001ê re Amerîka cardin şer li hemberî Îraqê îlan kir û du salan pişt re, di adara 2003ê de lêxist. Di nava 2-3 mihan de rejima Baas hilweşiya û mecalek nû ji bo kurdan jî derketibû.
Bi vê mecala nû re siyasetmedarên kurd li Bexdayê jî bûn xwedîdesthilat. Celal Telebanî wek serokê Iraqê hat hilbijartin, kurdan kursiyên din yên girîng bi dest xistin û di nivîsandina destûra nû de bûn xwedîxeber. Bi vî awayî kurd herwiha bûn şirîkê derametên Îraqê jî û beşek ji hatine neftê ji kurdan re hat veqetandin.
Li başûrê Kurdistanê jî Mesûd Barzanî wek serokê herêmê hat hilbijartin, di qada navnetewî de mîna serokê dewletan hat pêşwazîkirin û dewletên derve nûnertiyên xwe li başûrê Kurdistanê vekirin. Van pêşveçûna Berwarî wek giraniya wezna kurd bi nav dike û guhertinên mezin yên piştî 2003ê wiha rave dike:
Berwarî dibêje bi rewşa aram re gelek şirketên ewrûpî, di nav wan de yên swêdî jî li Kurdistanê dest bi kar kirine. Lê gelo di dema wan demê nazik de helwesta Swêd çi bû? Taha Berwarî bûyereke sala 2003ê tîne zimên.
Taha Berwarî ku salên dirêj nûnertiya buroya hukûmeta herêma Kurdistanê ya li Skandînavya kiriye û demekê wezîrê spor û ciwanan bû girîngiya kar û xebata kurdên swêdê wiha bi lêv dike.
Ev pêvajo û dewra nû li başûrê Kurdistanê tev bi rûxandina rejima Baes mumkun bû. Ji holê rabûna desthilatdariya Sedam rê vekir ku beşek ji kurdan bikaribin bibin xwedanê ax û aboriya xwe û wek ku Taha Berwarî îzah dike ew hewl bidin ku kompetensa diyaspora bibin welêt.
Belê berya deh salan di 11ê îlona 2001ê de bircên cêwî yên New Yorkê jî di nav de gelek avahiyên Amerîkî bûbûn hedefa êrîşan.
Rûxandina vê rejima Baes bi êrîşên li hember bircên cêwî yên New Yorkê hatibû îlankirin.
Lînka nûçeya Radioya swêdî/pişka Kurdî
http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=4684764