Şeredar ji kar hatin dûrxistin
Bi biryara wezereta Navxwe ya Tirkiye şaradarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin. Îro berê sibehê polisan li hersê bajaran derdora avahiya şaradariyan girt û çûyin hatina avahiya qedexe kirin.
Piştre hate ragihandin ku bi fermana Wezereta Navxwe şaradarê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli, şeredaraê Wanê Bedia Ozgokçe û şeredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji karê wan hatine dûrxistin û di dewsa wan de qayum hatine tayîn kirin. Waliyên van bajaran wek qayum hatin tayîn kirin.
Li gora daxûyaniya wezereta navxwe di derbarê Selçuk Mizrakli de 9 doz, di derbarê Bedia Ozgokçe de 7 doz û di derbarê Ahmet Turk de jî 6 doz hatine vekirin. Herweha wezereta navxwe van hersê serokên şeradariyan girêdana PKKê ve itham dike.
Wezereta Navxwe di daxûyaniya xwe de dibêje ku, serokên van hersê şeredariyan pêwendî bi PKKê ve hene û imkanên şeredariyan ji bo PKKê bi kar tînin.
Wek tê zanîn ji berî niha jî Ahmet Turk bi heman tohmetê ji kar hatibû dûrxistin. Wek din ji berî hilbijartina serokkomarê Tirkiye dida xûyakirin ku, dê ew kesên doz di derbarê wan de hatine vekirin û pêwendiyan wan PKKê ve hebê , wê ji kar bêne dûrxistin.
Gelo ji bo çi bi israr ew kesayetên di derbarê wan de doz hatîn vekirin wek kandîdat hatin nîşandan, pirsek dine.
Lê çi be bila be kesek bi hilbijartin hatin ser kar , nabe bi biryarek siyasî ji karê wan bêne dûrxistin.
Lê ji aliyek din ve gerek HDPê li himber vê yekê tedbîrên xwe bigirtan. Ji ber ku dizanîna dê ev kesên tohmeta girêdana PKKê li ser wan heyîn , dê ji kar bêne dûrxistin û dewsa wan de qayum bêne tayîn kirin.