Bi fermana berpirsekê YNKê êrîşa Asos Herdî hatiye kirin
Rojnameya Awêne ku li bajarê Silêmnaiyê li başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di hijmara xwe ya dawiyê de dinivîse ku berpirsekê mezin yê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li pişt êrîşa ser Asos Herdî rêvebirê komaniya Awêne ye.
Li roja 27.08.2011ê çend kesên nenaskirî li bajarê Silêmaniyê li nêzîk avahiya kompaniya Awêne êrîşî Asos Herdî kir û brîdar kir, li gor rojnameya Aewêne yek ji kesên êrîşî Herdî kirî ji aliyê polîs ve hatiye girtin û di dema lêpirsînê de wî kesî îtraf kiriye.
Awêne dinivîse: ”Bi fermana berpirsekê mezin yê YNKê êrîş bo ser Asos Herdî hatiye pilan kirin. Rojekê beriya êrîşê, kesekî nêzîkî wî berpirsê YNKê telefon bo Asos Herdî kiriye û jê re gotiye ku ew ji rojnameya Awêne dilgiran û bêzar in.”
Li gor rojnameya Hawelatî, ew berprisê mezinê rojnameya Awêne behis jê dike, endamê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê ye.