Polîtîk

Tirkiye ji pêşniyara Amerikayê ne raziye

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Ew ji pêşniyara Amerîkayê ya ji bo avakirina herêma ewle nerazî ne.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje: Amerîka li ser avakirina herêma ewle ya li bakurê Suriyeyê, Tirkiyeyê mijûl dike û pêşniyara Amerîkayê ne di wê astê de ye ko Tirkiye pê razî bibe. Çavuşoglu li dijî YPGyê gefa operasyonê jî dixwe û dide zanîn ko ger ew bi Amerîkayê re negihijin rêkeftinekê dê dijî YPGyê çi pêwîst be bikin û li ser vê jî rijd in.

Çavuşoglu:

“Pêşniyara nû ya Amerîkayê ne di wê astê de ye ko em pê razî bibin. Amerîka dixwaze biçe pêvajoyekê wekî pêvajoya Menbiçê û me mijûl dike. Li ser herêma ewle hin nêrînên nû yên Amerîkayê hene. Ka dê kî di herêma ewle de hebe û kî nebe? Nêrînên nû yên wekî çavderiya hevbeş a leşkeran û hwd.
Lê ji bo me 3 mijar girîng û hestyar in. Berfirehiya herêma ewle û derxistina YPGyê ji wê herêmê û herwiha dê kî kontrola herêma ewle bike? Li ser van her 3 mijaran heta niha em negihiştin çi rêkeftinekê. Me pêştir biryara operasyonê hebû lê li ser daxwaza Trump me operasyona xwe rawestand. Êdî sebra me nema û gef zêdetir dibin. Ger em bi Amerîkayê re lihev nekin, çi pêwîst be emê bikin.“

Back to top button