Cîhan

Bila YPG xwe ji şere re amade bike

Serokê AKPê û serokomarê Tirkiye Tayib Erdogan li Enqere civînek li gel serokên şaxên AKPê yên bajara pêkanî. Di civînê de Erdogan axavtinek kir û behsa hinek babetên girîng kirin.
Erdogan di derbarê Rojhilatê Firatê de da xûyakirin ku, ew li gel Amerikayê li hevbikin û lihevnekin jî dê operasyonekî li Rohilatê Firatê bikin. Erdogan gelek vekirî got ku, emê nawendên YPGê li deverê ji navbibin.
Axaftina xwe de Erdogan arikarî ji xelkê deverê xewst û got: Divê Kurd, Tirkmen û Ereb li bakurê Suriye arikariya me bikin. Ji bo ji navbirina YPGê divê hemû arîkarbin.
Beşek din axavtina xwe de Erdogan gazind ji welatên rojava kir û got, ew çekan didin YPGê, Erdogan dibêje: YPG dijminê Tirkiye ye û bila xwe ji bo şer li himber me amade bikin.

Back to top button