Helwesta nijadperestan û siyaseta PKKê
Li bajarê Trabzon a Tirkiye hinek nijadperestên Tirk ji bo Ala Kurdistanê di destê wan de bû, êrîşê grubek Turistên Kurdistana Başûr kirin. Piştî bûyerê hinek ji Turîstên (geştiyar) kurd hatin binçav kirin.Di derbarê vê bûyerê de gelek daxûyanî hatin dayîn û kanalên televizyonên Tirk de di vê derbarê de nirxandin hatin kirin.
Li Tirkiye rastiyek heye ku, gelek kes hemû kurdan wek PKKê dizane û helwesta li himber PKKê li himber hemû kurdan didin nîşandin. Bê guman sedemê vê yekê du aline, ji aliyekî ve PKKê gelek bi zanebûn ev rewş peyda kiriye û di hemû daxûyanî û çalakiyên xwe de , xwe wek yekem nûnerê kurda dide nîşandan, hetta ji xwe û aligirên xwe pêve kurda qebûl nake. Herweha dewleta Tirk jî gelek bi zanebûn heman siyasetê rêve dibe. Vê yekê jî bivê nevê dijminetiyek têxe di navbera Tirk û Kurdan de.
Dema pirsa Ala Kurdistanê tê rojevê, cardin helwesta PKKê ewe ku, Ala Kurdistanê nas nake û li bakurê Kurdistanê ji bo Ala Kurdistanê digotin , ev Ala Barzaniye. Di nava piraniya Tirkan de jî ev yek welê dihat dîtin.
Nijadperestên Tirk dema ji bo Ala Kurdistanê êrîşê geştiyarên kurd dike, nirxandina vê bûyerê gelek cuda hate kirin, helwest û daxûyaniya waliyê Trabzonê helwestek nijadperestî û faşîzan bû. Walî nûnertiya hukumeta Tirkiye dike. Heta daxûyaniyek vekirî ji aliyê hukumeta Tirkiyeve neyê dayîn, helwesta faşîzan ya waliyê Trabzonê wek helwesta dewletê tê zanîn.
Ji aliyek din ve gelek siyasetmedar û parlementera li dijê bûyerê derketin û helwesta walîyê Trabzonê şermezar kirin. Hinek parlementerê AKPê jî ev bûyer şermezar kirin. Lê mixabin gelek rojnemevan û siyasetmedarên Tirk jî ev bûyer wek helwestek li dijê PKKê nirxandin û ev yek gelek bi zanebûn kirin.
Cardin ew siyaeta ku PKK li Tirkiye û bakurê Kurdistanê wek siyaseta “ biratiya gelan “ rêve dibe dixweyê di bingehê xwe de tovên dijminetiya gelan e.
Ji bilî vê bûyerê jî gelek caran li bajarên Tirkiye nijadperestên Tirk êrîşê kurda kirine . Bê guman ev siyaseta nijadperestî belkî sedemek bingehîne ku, dijminetiya gelen peyda dike.
Nûçe/Analîz