Li kendavê ihtimala şer zêde dibe
Civîna 21 welatên Ereb li Erebistana Siudîyê û helwesta wan ya hevbeş a li dijê Îranê ihtimala şer li dijê Îranê zêdetir dike.
CNN nûçe/analîzek belev kir û dide xûyakirin ku, bi civîna li Mekeyê li ser daxwaziya Erebistana Siudîyê hatî li darxistin, karin bi hevre li dijê Îranê daxûyaniyek hevbeş ragihînin. Ev yek jî ihtimala şerekî li Kendavê zêdetir dike.
Ji CNNê Nic Robertson li ser ihtimala şer dibêje ku, kesekî kî bawer nedikira Melikê siudiyê di demek halê de bikaribe civînek bi vî awayî li darbêxe. Lê pêkanîna vê civînê ihtimala şer jî li deverê zêdetir kiriye. Melik Salman karî 21 yek welatê Ereb û 6 welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê bîne ba hev û bicîvîne.
Di civînê de daxûyaniya hevbeş de didin xûyakirin ku, divê Îran ji dev destwerdana welatên cîran berdê û nabe Îran tehdîteke bê li ser ewlehiya Kendavê.
Di nûçeyê de behsa girîngiya tevlîbûna Qeter ya civînê tê kirin . Ji ber ku tê zanîn nevbera Qeter û Siudîyê gelekî xirab bû. Lê tevlîbûna Qeterê ya vê civînê nêzingahiyek jî navbera herdu welatan de pêkaniye.
Serokwezîrê Qeterê Şêx Abdillah bin Nasser al-Thani di daxûyaniyekî de dibêje:
Em ji bo tevlî civinekî li gel welatên Ereban û Misilmana bibin hetine Siudiyî. Herweha em amadane bibin arîkarê ewlehî ûistiqrarêjî.